Partiya Komunîst a Çînê pîrozbahiya serkeftina di hilbijartinan de li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komunîst a Çînê kir. Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina PDKê di hilbijartinên Iraqê de kir û daxwaza pêşxistina peywendiyan di hemû waran de kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Berçileyê pêşwazî li Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Komunîst a Çînê Jîn Şîn, Balyozê Çînê li Iraqê Tsui Wei û Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê anî ziman û pîrozbahî li Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ji ber ku di hilbijartinên dawî yên Encûmena Nûnerên Iraqê de zêdetirî milyonek deng bidest xistiye û bûye partiya yekem li ser asta Iraqê.

Şanda Çînî bal kişand ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê û peywendiyên dîrokî yên di navbera wan de û tekez kir ku Komara Çînê dixwaze peywendiyeke bihêz û piralî di warên aborî, bazirganî û çandî de ligel Herêma Kurdistanê hebe û piştevaniya welatê xwe dubare kir.

Serok Barzanî jî spasiya helwesta şanda mêvan kir û rêz û pesnê xwe ji bo gel, şaristaniyet û dîroka Çînê anî ziman. Herwiha Serok Barzanî hêvî xwast ku peywendiyên navbera her du aliyan berdewam bin û berfirehtir bibin.

Di civînê de herwiha behsa pesendkirina encamên hilbijartinên Iraqê, proseya pêkanîna hikûmeta nû ya federal û proseya siyasî ya Iraqê hatin kirin.