Serok Barzanî ji bo xelata FIFAyê pîrozbahî li xelkê Zaxo û Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir, bi boneya ku handerên Yaneya Zaxoyê xelata cîhanî ya "FIFA Fan Award" wergirtin.
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand, Serok Barzanî îro 16ê Berçileyê peywendiyeke telefonî bi Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re pêk aniye.
Di wê peywendiyê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bo vê serkeftina dîrokî ya cemawerê Zaxoyê nîşan da û ev nasnavê cîhanî yê FIFAyê li tevahiya xelkê Kurdistanê bi giştî û rûniştvanên Zaxoyê bi taybetî pîroz kir.
FIFAyê îro li ser platforma "X"ê bi fermî ragihand, handerên Yaneya Zaxoyê zêdetirîn deng li ser asta cîhanê bidest xistine û xelata "Baştirîn Handerên Sala 2025an" misoger kirine.
Biryar e îşev demjimêr 20:00 (bi dema Hewlêrê), merasîma dabeşkirina xelatên "The Best" li hola "Fairmont Katara" ya li Dohaya paytexta Qeterê, bi amadebûna nêzîkî 800 mêvanan birêve biçe û tê de xelata Zaxoyê were pêşkêşkirin.