Mustafa Ozçelîk: Alaya Kurdistanê sembola yekgirtina neteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, xwedîderketina li vê alayê, xwedîderketina li rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye.

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 17ê Berçileya 2025an, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê weşand. Ozçelîk di peyama xwe de bal kişand ser kûrahiya dîrokî û wateya neteweyî ya Alaya Kurdistanê.

Peyama Serokê Giştî yê PWKê:

Alaya Kurdistanê mîrat û nîşana dîroka gelê me ya bi hezaran salan e. Alaya Kurdistanê navê berhem û keda 200 salî ya canfîda û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê ye. 

Alaya Kurdistanê sembol û rengê yekgirtina netewî û niştimanî ya hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê, bi sebir, bi têkoşîneke fedakarane, bi bedelên mezin, bi dilsozî û bi lêxwedîderketina prensîb û nirxên netewî û niştimanî bilind dibe, divê bê bilind kirin.

Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja KUrdistanê ye. Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne.

Roja Alaya Kurdistanê li hemû kurd û Kurdistanîyan pîroz be.

17.12.2025