Muna Qehweçî: Tirkmen û Xiristiyan dê beşdarî hikûmetê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen Muna Qehweçî, di Roja Alaya Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belav kir û amadebûna pêkhateyan ji bo beşdariya di kabîneya dehem a hikûmetê de nîşan da.

Muna Qehweçî îro 17ê Berçileyê ji Kurdistan 24ê re axivî û Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir. Qehweçî got: "Roja Alayê yadeke bilind û pîroz e. Em hêvîdar in ku di bin siya Alaya Kurdistanê de hemû alî li hev bikin û Parlamentoya Kurdistanê were aktîfkirin."

"Em çaverêyî PDK û YNKê ne"

Derbarê pêvajoya avakirina hikûmetê de, Qehweçî diyar kir ku ew li benda encamên danûstandinên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.

Qehweçî destnîşan kir: "Wekî Tirkmen û Xiristiyanan ku du pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêmê ne, em amade ne beşdarî di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin."

Posta Sekreterê Parlamentoyê

Li ser pirsa egera dayîna posta Sekreterê Parlamentoyê ji bo pêkhateya Xiristiyanî li şûna Tirkmenan, Muna Qehweçî tekez kir ku ew dixwazin di xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê de rola pêkhateya Xiristiyanan aktîf û kara be.

"Yek Hikûmet û Yek Pêşmerge"

Di dawiya axaftina xwe de, Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen bang li aliyên siyasî kir û got: "Pêwîst e berjewendiya giştî bixin pêşiya berjewendiya partîtî. Ew aliyên ku amade ne di kabîneya dehem de beşdar bin, divê ligel PDKê danûstandinan bikin û ji bo yek bingeh, yek hikûmet, yek parlamento û yek hêza Pêşmerge kar bikin."