Mesrûr Barzanî: Alaya pîroz a Kurdistanê hêmaya aştî, avedanî û pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma Roja Alayê ya li Kela Hewlêrê de ragihand, ev ala bûye dawî bergê bi hezaran şehîdan û sembola aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê ye.

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek ji nûner û kesayetên pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê, îro 17ê Berçileyê merasîmeke taybet a bilindkirina alayê li Kela Hewlêrê birêve çû.

Serokwezîr di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ji bilî pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê, tekez li ser wateya vê rojê kir û got: "Ala Kurdistanê hêma û sembola gelê me ye. Ew sembola xweragirî û qurbanîdana bêwestan a gelê me ye. Di heman demê de hêmaya aştî, avadanî, pêkvejiyan, berdewamiya jiyanê, wize û hêzê ye."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser wan bedelên giran ên ku ji bo parastina vê alayê hatine dayîn û wiha axivî: "Ev ala di dirêjahiya dîrokê de û ji dema çêbûna xwe ve heta niha, gelek caran bûye dawî bergê (kefenê) canê hezaran şehîdan li Kurdistanê. Her wiha ji bo bilindragirtina vê alayê, hezaran têkoşerên din di zindanan de canê xwe spartine an ber bi sêdareyê ve çûne, yan jî li lûtkeya çiyayan û pantiya deştan şehîd bûne. Lewma erkê me hemûyan e ku em vê alayê bilind rabigirin."

Di dawiya gotara xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya xwe ji bo paşerojê anî ziman û got: "Niha jî em di bin siya vê alaya pîroz de, dest di nav destê hev de, ber bi Kurdistaneke avadan, aram û seqamgîr ve pêngavan diavêjin. Bila Alaya pîroz a Kurdistanê her bilind û li ba be."