Li Bedlîs û Norşînê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin

Diyarbekir (K24) – Parêzgariya Bedlîsê ragihand, ji ber barîna berfa zêde û metirsiya qeşagirtinê, dewama dibistanan li navenda Bedlîsê û navçeya Norşînê ji bo rojekê hatiye rawestandin.

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser bingeha pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Keşûhewayê, tê çaverêkirin ku barîna berfê tevahiya şevê berdewam bike û di saetên serê sibê de metirsiya qeşagirtinê çêbibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji bo ewlehiya xwendekar û welatiyên me, perwerdehiya li dibistanên gundan û dibistanên ku xizmetên veguhastinê hene li Navçeya Navendî ya Bedlîsê û Navçeya Norşînê roja Çarşemê 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji bo rojekê  hatiye rawestandin.’’