Nêçîrvan Barzanî: Alaya Kurdistanê şahida rêyeka dûr û dirêj a bêhnfirehî û xweragiriya gelê me ye

Nêçîrvan Barzanî: Em sozê didin ku em herdem parêzerên yekrêzî û destkeftiyên xwe bin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî merasîma bîranîna Roja Alaya Kurdistanê bû, ku li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, û di gotarekê de got: “Alaya Kurdistanê nasname û komkera gelê Kurdistanê û bîranîneka zindî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 17.12.2025) di gotara xwe de Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir û got: “Îro tenê bîranîneka salnameyê nîne, belkî îro nûkirina peymanê ye ji bo wê sembola ku nasnameya hebûn, dîrok, têkoşîn û hêviyên me ji bo azadî û jiyaneka serbilind temsîl dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Alaya Kurdistanê nasname û komkera gelê Kurdistanê û bîranîneka zindî ye. Ev ala şahida rêyeka dûr û dirêj a bêhnfirehî û xweragiriya gelê me ye. Di rojên dijwar ên têkoşînê de, li ser gopên çiyayan û li nav bajar û gundan, keç û kurên we ev ala bilind kir û bi xwîna xwe û têkoşîna xwe mafê man û jiyana gelê xwe parast.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa ragihand: "Îro em bi serbilindî dibînin ku ev ala li ser dezgehên Herêma Kurdistanê, li dibistan û zanîngehan, li nexweşxane û navendan tê bilindkirin. Ev delîla wê serkeftinê ye ku bi xwîna şehîdan, qurbanîdana Pêşmergeyan û xweragiriya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve hatiye bidestxistin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje jî da: "Di Roja Alayê de, peyama me zelal e: hêza rastîn a Kurdistanê di hevgirtin û yekîtî û yekrêziya me de ye. Ev ala me hemiyan kom dike, bi cudahiyên dîtin û nêrînên siyasî, olî û neteweyî ve. Di bin siya vê alayê de, divê em hemî mil bi mil ji bo Kurdistaneka aram ji bo hemî netewe, ol û pêkhateyên Kurdistanê bixebitin, li hember dijwariyan dadperwertir û bihêztir.”

Herwesa got: “Dilsoziya rastîn ji bo xwîna şehîd û qurbaniyên gelê Kurdistanê tenê bi dirûşman nabe, belkî dê bi parastina destkeftiyan, çespandina serweriya qanûnê, avakirina dezgehên bihêz û xizmetkirina çêtir a welatiyên Herêma Kurdistanê be.”

Nêçîrvan Barzanî pareka peyama xwe pêşkêşî ciwanên Kurdistanê kir û got: "Alaya Kurdistanê ne tenê sembola dema borî ye, belkî alaya paşerojê ye. Ev peyama hêviyê ye ji bo we. Welat pêdivî zanîn, enerjî, dahênan û xewnên we ye. Kurdistan bi zanist û zanîn, kar û xebat, aboriyeka bihêz û aştiyê tê avedankirin.”

Amaje jî da: "Di demekê de ku em bi serbilindî alaya xwe bilind dikin, di eynî demê de em pabendbûna xwe bi hevpariya destûrî di Iraqeka federal û demokratîk de tekez dikin. Em dixwazin ku ev ala her gav peyama aştî, diyalog, pêkvejiyan û cîrantiya baş bigihîne. Kurdistan dê wekî hergav faktora aramiyê û pira hevfêmkirinê be.”

Herwesa got: “Di vê roja pîroz de, em serê rêzê û hurmetê ji bo şehîdên Kurdistanê ditewînin ku ev ala bi xwîna xwe nexşandiye.” Herwesa silav pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan kirin û got: “Silav û rêz û hurmet ji Pêşmergeyên me yên qehreman re, ku parêzerên vê axê û vê alayê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de jî tekez kir û got: “Em sozê didin ku em dê her gav parêzerên yekrêzî û destkeftiyên xwe bin û em dê Alaya Kurdistanê bilind û çiklandî bihêlin.”