Li Wanê Tîmên Şaredariyê 78 rêyên girtî vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, piştî barîna berfa zêde seferber bûn û ji 90 rêyên gund û taxan ku hatibûn girtin, 78 jê vekirin.
Piştî ku pêla berf û bagerê bandor li parêzgeha Wanê û derdora wê kir, gelek rêyên navendên niştecihbûnê ji trafîkê re hatin girtin. Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Çakkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin, yekser dest bi xebatan kirin.
Li gorî zanyariyan, ji tevahiya 90 wargehên (gund û tax) ku rêyên wan ji ber berfê hatibûn girtin, bi hewldana tîman 78 rê hatin vekirin û hatûçûna welatiyan asayî bû. Niha xebat ji bo vekirina rêyên 12 wargehên din (2 tax û 10 gund) bê navber berdewam dike.
Li navçeya Westanê jî xebatên dijwar birêve diçin. Tîmên şaredariyê li ser rêyên taxên Daldere û Înkoyê, tevî paqijkirina berfê, xebatên firehkirina rêyan jî encam didin.
Hat ragihandin ku tevî şert û mercên dijwar ên erdnîgarî û bagerê, tîmên şaredariyê bi şev û roj li qadê ne da ku hemû rêyên girtî vekin.