Nêçîrvan Barzanî: Wergirtina posta UNHCR ji aliyê Berhem Salih ve şanaziyek e ji bo Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya destnîşankirina Dr. Berhem Salih wekî Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Penaberan (UNHCR), peyameke pîrozbahiyê belav kir û ev erk wekî şanaziyekê ji bo Kurdistan û Iraqê pênase kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Berçileyê di peyamekê de pîrozbahiyeke germ li "birayê xwe yê ezîz" Dr. Berhem Salih kir û hêviya serkeftinê di vî erkê cîhanî û mirovî de ji bo wî xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir, wergirtina postekî wiha bilind ê navdewletî, nîşaneya baweriya civaka navdewletî ye bi şiyan, ezmûn û pêgeha siyasî û dîplomatîk a Dr. Berhem Salih.

Nêçîrvan Barzanî got: "Cihê şanaziyê ye ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê ku birêz Berhem Salih serperiştiya yek ji giringtirîn dosyeyên mirovî yên cîhanê dike."

Di berdewamiya peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê baweriya xwe anî ziman ku Dr. Berhem bi ezmûna xwe ya dewlemend dê karibe roleke kara û bibandor di kêmkirina êş û azara penaberan û çareserkirina pirsgirêkên wan de bigire.

Nêçîrvan Barzanî got: "Em li Kurdistanê ji hemûyan baştir derk bi azara awarebûnê û girîngiya vî erkî dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya Herêmê ji bo Komîserê nû yê Neteweyên Yekgirtî yê Penaberan tekez kir.