Reuters: Şamê pêşniyara tevlîkirina 50 hezar şervanên HSDê di nava artêşê de kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê eşkere kir, danûstandinên navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ji bo têkelkirina hêzan, germ bûne. Li gorî zanyariyan, Şamê pêşniyara birêxistinkirina 50 hezar şervanan kiriye, lê hîn pirsgirêka bêbaweriyê heye.
Ajansa Reutersê îro 19ê Berçileyê li ser zarê çend jêderên Kurdî, Sûriyeyî hûrgiliyên danûstandinan belav kirin. Li gorî raportê, Hikûmeta Sûriyeyê pêşniyarek pêşkêşî HSDê kiriye. Şam amadebûna xwe nîşan daye ku nêzîkî 50 hezar çekdarên HSDê di nava sê firqeyên sereke û çend lîwayên biçûktir de bi rêxistin bike.
Lê belê, ev pêşniyar bi mercê wê yekê ye ku HSD dest ji beşek zincîra fermandariyê berde û deverên xwe ji bo yekîneyên din ên Artêşa Sûriyeyê veke.
Reuters diyar dike, Amerîka ku piştgiriya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera dike, wekî navbênkar peyaman di navbera HSD û Şamê de vediguhêze û asankariyê ji bo guftûgoyan dike.
Jêderekî HSDê ji ajansê re ragihandiye ku "ji her demê bêtir nêzîkî rêkeftinê ne", lê hîn zelal nîne ka ev pêşniyar dê were cîbicîkirin an na.
Astengiyên li pêşiya rêkeftinê
Piraniya jêderan amaje bi wê yekê dikin ku heta beriya sersalê, zehmet e rêkeftina dawî û têkelbûna temamî ya hêzan li gorî "Rêkeftina 10ê Adarê" pêk were.
Her du alî hevdu bi "kuştina demê" û "bêbaweriyê" tohmetbar dikin. HSD dudil e ku dest ji xweseriya xwe berde, nemaze ku kontrola girtîgehên DAIŞê û çavkaniyên dewlemend ên petrolê di destê wê de ne.