Cejna Êzî li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhateyan hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzidî piştî sê rojan ji rojîgirtinê, bi coşeke mezin û bi tevlîbûna pêkhateyên din ên bajêr, Cejna Rojiyên Êzî pîroz kirin.

Cejna Êzî, duh Înê 19ê Berçileyê li Tirbespiyê bi merasîmên taybet hat pîrozkirin. Êzidiyên cîhanê û Kurdistanê her sal di roja Sêşemê de dest bi rojiyê dikin û sê rojan (Sêşem, Çarşem û Pêncşemê) rojiyê digirin. Roja Înê jî wekî roja cejnê pîroz dikin.

Li Tirbespiyê dîmeneke ciwan a pêkvejiyanê hat dîtin. Misilman û Xristiyanên bajêr serdana cîranên xwe yên Êzidî kirin û cejna wan pîroz kirin.

Faris Şemo, kesayetiyekî Êzidî ji Kurdistan 24ê re got: "Piştî rojîgirtinê, îro roja Înê wekî roja cejnê tê hesibandin. Îro roj dirêj dibe û demjimêrên rojê zêde dibin. Çawa ku Xristiyan û Misilman cejnên xwe pîroz dikin, em jî bi heman awayî pîroz dikin û pêkhateyên din jî beşdar dibin."

Welatiyekî Misilman ê bi navê Mihemed Emîn ku ji bo pîrozbahiya cejnê serdana malbatekê Êzidî kiribû, got: "Ez wekî Misilmanekî, îsal min jî rojî girt. Em dixwazin îsbat bikin ku em birayên hev in û ti cudahiyeke nijadî û olî di navbera me de nîne. Gelê Êzidî gelek zilm dîtiye, divê em piştevaniya wan bikin."

Cejna Êzî, ku wekî cejna herî mezin û pîroz a ola Êzidiyatiyê tê naskirin, her sal di nîvê meha Berçileyê de tê pîrozkirin. Di vê cejnê de, Êzidî serdana goristanan dikin, xwarinên taybet amade dikin û serdana hev û din dikin.