Serokê Huda-Parê: Fermîkirina zimanê Kurdî dewletê lawaz nake
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu ragihand, naskirina fermî ya zimanê Kurdî li Tirkiyeyê ti metirsiyê li ser dewletê çênake.
Serokê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu ji Kurdistan24ê re helwesta partiya xwe ya derbarê zimanê Kurdî û proseya aştiyê de anî ziman.
Yapicioglu got: "Dewletên ku zimanê fermî li wan du, sê û çar in, êawaz nebûne. Bi dîtina me, fermîkirina zimanê Kurdî li Tirkiyeyê nabê sedema lawazbûna dewletê, lê astengiyeke makezagonî li pêşiyan wê heye."
Serokê Huda-Parê eşkere kir jî, ji bo pêşxistina proseya aştiyê li welat, ew amadekariya raporteke taybet dikin, da ku pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bikin.
Herwiha tekez kir jî, divê cudahî di navbera "pirsgirêka PKKê" û "pirsa Kurd" de bê kirin û got: "Ev du mijarên cuda ne û pêwîst e ji hev bên cudakirin."