UNAMIyê komelgeha xwe ya Bexdayê radestî hikûmeta Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - UNAMIyê belgenameya radestkirina komelgeha xwe ya sereke li Bexdayê bi hikûmeta Iraqê re îmze kir.

Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) îro (Şemî, 20.12.2025) di postekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand: “Wê nûnerîtiyê li roja 14ê Berçileyê belgenameya radestkirina komelgeha xwe ya sereke li Bexdayê ji bo hikûmeta Iraqê îmze kir, ew jî berî bidawîbûna erkê wê li roja 31ê Berçileyê.”

Li gorî wê postê, ew belgename ji hêla Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neyeweyên Yekgirtî li Iraqê ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariya Hilbijartinan Claudio Cordoni û Wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê ji bo Têkiliyên Dualî Mihemed Behir Ulum ve hatine îmzekirin.

UNAMIyê jî tekez kir ku, îmzekirina van belgenameyan destkeftî û encama alîkariya nêzîkî çend mehan a di navbera du aliyan de ye û veguhestina karan ji Nûnerê UNAMIyê bo Tîma Neteweyên Yekgirtî di werzekê nû yê xebata hevpar di navbera wê rêxistinê û hikûmeta Iraqê de ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres îro (Şemî, 20.12.2025) gihîşt Bexdayê û tevlî merasîma bidawîkirina erkê UNAMIyê li Iraqê bû.

Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Iraqê, ku wekî UNAMI tê naskirin, erkekê siyasî yê Neteweyên Yekgirtî ye ku li roja 14ê Tebaxa 2003ê li gorî biryara hejmar 1500 a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye damezrandin. Armanca sereke ya UNAMIyê piştgirîkirina bizavên hikûmet û gelê Iraqê ji bo avedankirina welat bûye.