Nexedeya Rojhilatê Kurdistanê mêvandariya flamîngoyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Parastina Jîngehê ya Nexedeyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, refeke flamîngoyan ku ji bakur ve hatine, li Zongava (gol) Sondosê daketine.

Serokê Rêveberiya Parastina Jîngehê ya Nexedeyê Ekber Qayemî ji Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA) re diyar kir, çavdêrên wan refeke flamîngoyan ku hejmara wan di navbera 100 heta 150 de ye, li herêmê dîtine.

Qayemî diyar kir, ev balindeyên koçber ji herêmên bakur ve hatine û li Zongava Sondosê ji bo dabînkirina xwarinê û bêhnvedanê demekê dimînin, piştre dê rêwîtiya xwe ya ber bi başûr ve bidomînin.

Rayedarê jîngehê bal kişand ser zêdebûna ava zongavê û got: "Ji ber pêla baranê ya vê dawiyê, qebareya ava zongavê gihîştiye zêdetirî 6 milyon metre sêcar. Ev yek jîngeheke guncaw ji bo balindeyên koçber peyda kiriye û tê çaverêkirin ku di rojên bê de cureyên din jî bigihîjin vê derê."

Zongava Sondosê ku 25 kîlometreyan dûrî bajarê Nexedeyê ye, wekî herêmeke parastî tê pênasekirin. Li vê deverê her cure nêçîrkirina çivîk û ajalan qedexe ye û kesên serpêçîkar tên cezakirin.

Bajarê Nexedeyê ku 200 k.m dûrî Urmiyê ye, 7 zongavên demsalî û hertimî lê hene ku salane dibin wargeha zêdetirî 10 hezar çivîkên koçber û xwecihî.