Encûmena Wezîran a Iraqê rêkeftina hinardekirina petrola Kurdistanê dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê, îro 23ê Berçileyê di civîna xwe ya asayî de, bi piraniya dangan biryar da ku rêkeftina petrolê ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sala nû (2026) dirêj bike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Encûmena Wezîran a Iraqê hatine girtin, ev biryar di demekê de tê ku dema qanûna budceya sê-salî ya Iraqê (2023-2025) di dawiya vê salê de bidawî dibe. Bi vê biryarê re, mekanîzmaya radestkirina petrolê û dabînkirina şayisteyên darayî yên Herêmê di sala nû de jî berdewam dike.

Di civînê de hat diyarkirin ku biryara li ser 120 mîlyar dînarên dahata naneftî ya Herêma Kurdistanê, wek xwe hatiye hiştin. Li gorî rêkeftinê, Herêma Kurdistanê dê mehane vê birê radestî Wezareta Darayî ya Iraqê bike û di beramber de Bexda dê mûçeyên karmendên Herêmê bişîne.

Mijara mûçeyan di rojeva civînê de bû. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, Wezîra Darayî raspart ku mûçeyên meha 10an (Cotmeh) ên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne. Wezareta Darayî ya Herêmê jî ragihand, bi gihîştina diravan re, ew amade ne dest bi dabeşkirina mûçeyan bikin.

Lêbelê, derbarê mûçeyên meha 11 (Mijdar) û 12an (Berçile) de, di civînê de ti biryarek nehat girtin. Tevî ku lîsteyên mûçeyên van her du mehan ji Bexdayê re hatine şandin jî, hîn çarenivîsa wan ne diyar e.

Hinardekirina Petrolê Berdewam Dike

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ya ku ji meha Îlona borî ve dest pê kiribû, li gorî rêkeftina bi Kompanyaya SOMO re berdewam dike. Berpirsên SOMO’yê beriya niha ragihandibûn ku di nûkirina rêkeftinê de ti pirsgirêkên teknîkî û qanûnî nînin.

Ev gava Bexdayê wekî nîşaneke erênî ji bo domandina hevahengiya darayî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê nirxandin, tevî ku hîn hinek dozên wekî mûçeyên du mehên dawî nehatine çareserkirin.