Piştîwan Sadiq: Di sala nû de danûstandinên ji bo avakirina her du hikûmetên nû dest pê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq ragihand, di sala nû de hemû mijarên mayî yên derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de dê bên yekalîkirin û bi awayekî erênî bi dawî bibin.
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Buroya Rêxistina Hewlêrê ya PDKê Piştîwan Sadiq îro 24ê Berçileyê ji rojnamevanan ragihand, ji bo rêkeftina avakirina hikûmetê karên pir baş hatine kirin û weha got:
"Nivîsandina stratejî û dîtina birêvebirina Herêma Kurdistanê bidawî bûye. Tenê hinek hûrgulî mane ku me hêvî dikir beriya hilbijartinên Iraqê bi dawî bibûna, lê mixabin nehat yekalîkirin."
Piştîwan Sadiq destnîşan kir, piştî serê sala nû, danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta Herêmê û her wiha ji bo hikûmeta nû ya Iraqê dê careke din dest pê bikin. Herwiha got jî, gel bi şêwazekî demokratîk dengê xwe daye û mafê wan e ku xwedî parlamentoyek û hikûmetek xurt bin.
Yekrêziya Kurdan Xala Sereke ye
Di daxuyaniya xwe de, Sadiq tekezî li ser "yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan" kir û got: "Xala me ya cewherî parastina yekrêziya Kurdan e, çi li hundir û çi li derveyî Herêma Kurdistanê. Di destpêka sala nû de hemû mijar dê ber bi encameke erênî ve biçin."
Çanda Pêkvejiyanê û Mafên Xiristiyanan
Piştîwan Sadiq her wiha bal kişand ser mijara pêkvejiyanê û cejna Krîstmisê û diyar kir ku pêkvejiyana olî û neteweyî çanda kal û bavan e û berhema hewildanên zanyarên dînî ye.
Herwiha Sadiq rexne li wan kesan girt ku dixwazin di cejnên olî de bi awayekî nerênî nêzî pêkvejiyanê bibin û got: "Divê ev çanda giranbiha bi başî bê parastin."
Derbarê rewşa Xiristiyanan li Herêma Kurdistanê de jî, Sadiq got: "Zêdetirî %90ê Xiristiyanên Iraqê li Herêma Kurdistanê dijîn. Piraniya wan li bajarokê Enkawayê bi azadî û bêyî ti pirsgirêkan jiyana xwe didomînin. Ev nîşaneya azadiya bîrûbawerî û pêkvejiyanê ye."
Di dawiyê de, Piştîwan Sadiq eşkere kir ku hemû amadekariyên ji bo pîrozbahiyên serê sala nû bi başî hatine kirin û ew ê her tim parastina vê çanda pêkvejiyanê bikin.