Serok Barzanî pîrozbahiya Xiristiyanan dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa, Serok Barzanî germtirîn pîrozbahî li Xiristiyanan dike û hêvî dike ku ev helkeft destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahiyê li hemî cîhanê be.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 24.12.2025) bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa (Silavên Xudê lê bin) peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotiye: “Bi helkefta serê sala nû ya Zayînî û Cejna Bûna Hezretê Mesîh (silavên Xudê lê bin), ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî xûşk û birayên Xiristiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û ji wan re bextewariyê dixwazim.”

Serok Barzanî herwesa ragihandiye. “Bi vê helkeftê, ez tekezê li ser xurtkirina çanda pêkvejiyan û biratiya di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim. Ez hêvî dikim ku xûşk û birayên me yên Xiristiyan her gav cejn û helkeft û xweşiyên xwe di aramî û aştiyê de bikin.”

Serok Barzanî herwesa hêvî xwestiye ku, ev helkeft destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahiyê li hemî cîhanê be û aştî û lihevhatin cihê wan bigire.