Nêçîrvan Barzanî: Bila Kirîsmis peyama aştî, evîn û xurtkirina biratiyê di navbera me tevan de be

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Bûna Hezretê Mesîh de, Serokê Herêma Kurdistanê Xiristiyan wekî pareka veneqetiyayî ya dîrok, niha û paşeroja Kurdistanê binav kirin. Tekez jî kir ku, Kurdistan wekî her car dê landika aramiyê û sîwaneya komkirina hemî pêkhateyan bimîne û pabendiya xwe bi parastina çanda pêkvejiyanê tekez dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 24.12.2025) bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Mesîh daxuyaniyek weşand û tê de amaje da: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Bûna Hezretê Îsayê Mesîh (silavên Xudê li ser bin) bi germî û ji dil li welatiyên Xiristiyan ên Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwesa li tevaya Xiristiyanên cîhanê pîroz dike.” Herwesa got: "Ez hêvî dikim ku hûn vê cejnê bi xweşî û şahî di rewşeka tena de pîroz bikin.”

Her di wê ragihandinê de hatiye gotin: “Xûşk û birayên Xiristiyan pêkhateyeka resen û pareka veneqetiyayî ya dîrok, niha û paşeroja Kurdistanê ne. Di vê roja pîroz de, em careka dî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi parastina çanda kevnar a pêkvejiyan, lêborîn û hevpejirandinê tekez dikin. Em we piştrast dikin ku, Herêma Kurdistanê wekî her car dê landika aramiyê û sîwaneya komkirina hemî pêkhateyan bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Em hemî li vî welatî hevpar in û çarenivîsa me yek e; me bi hev re di rojên dijwar de qurbanî dane û em dê bi hev re jî bi tebayî û yekrêzî bixebitin da ku paşerojeka geştir û aramtir ji bo nifşên xwe ava bikin. Bila peyama vê cejnê peyama aştî, evîn û xurtkirina biratiyê di navbera me tevan de be.”

Nêçîrvan Barzanî li dawiyê Kirîsmis li hemî aliyan pîroz kir û hêviya saleka xweş û bexteweriyê ji hemiyan re kir.