Giringtirîn serdanên navdewletî yên Mesrûr Barzanî di sala 2025an de

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2025an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya zincîrek serdanên stratejîk bo paytextên giring ên cîhanê û navçeyê, karî pêgeha Herêma Kurdistanê di nav hevokên navdewletî de bi awayekî berçav bihêztir bike. Van serdanan xwedî hîmên siyasî, aborî û ewlehiyê bûn ku armanca wan a sereke parastina berjewendiyên bilind ên Herêmê û berfirehkirina hevkariyên navdewletî bû.

Li vir hûrguliyên serdanên herî giring ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di sala 2025an de hene:

1. Tirkiye; Destpêka saleke siyasî (7ê Rêbendanê)

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sala 2025an bi serdaneke fermî bo Enqereyê dest pê kir. Di vê serdanê de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fidan û berpirsên pilebilind ên wî welatî civiya. Di hevdîtinan de tekeziyê li ser pirsên ewlehiya sînoran, hevahengiya ewlehiyê û mijara herî giring a aborî, yanî destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê hat kirin.

 

2. Îmarat; Bihêzkirina dostanî û peywendiyên bazirganî (19ê Çileyê û 5ê Berçileyê)

Di sala 2025an de Serokwezîr du caran serdana fermî ya Ebû Dhabî kir. Cara yekem di 19ê Çileyê de ligel Serokê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan civiya. Di civînê de dawîn geşedanên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan li ser bihêzkirina peywendiyên dostanî û pêşxistina hevkariyên dualî li hev kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo cara duyem di 5ê Berçileyê de gihîşt Îmaratê û careke din ligel Şêx Mihemed bin Zayîd civiya da ku encamên hevkariyên aborî û veberhênanê bişopînin.

 

3. Urdin; Peywendiyên dîrokî (19ê Çileyê)

Di roja Yekşemê, 19ê Çileya 2025an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Urdinê kir û li paytext Emmanê ligel Şah Ebdullahê Duyem civiya. 

Serokwezîr li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand: "Me bi hev re behsa pêşxistina peywendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Urdunê û dabînkirina aştî û aramiya li Rojhilata Navîn kir."

 

4. Swîsre; Vekirina ‘Mala Kurdistanê’ li Davosê (20-24ê Çileyê)

Li Swîsreyê, di çarçoveya Komara Aborî ya Cîhanî (Davos) de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serpereştiya vekirina "Mala Kurdistanê" kir ku ev gava yekem a bi vî rengî bû. 

Serokwezîr li Davosê ligel serok û rayedarên mîna Serokkomarê Azerbaycanê, Serokwezîrê Belçîkayê, Serokwezîrê Qeterê, Wezîrê Derve yê Komara Çek, Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî, şandeyên Yemen û Behreynê û gelek berpirsên din ên cîhanî zincîrek hevdîtinên dîplomatîk pêkanîn.

 

5. Qeter: Bihêzkirina peywendiyên dualî (24ê Adarê)

Bi vexwendineke fermî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Dewha, paytexta Qeterê û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî civiya. Di vê serdanê de hûrguliyên peywendiyên Hewlêr û Dewheyê û çawaniya bihêzkirina wan di warê aborî û siyasî de hatin nirxandin.

 

6. Amerîka; Hevpeymaniya stratejîk û girêbestên enerjiyê (18-27ê Gulanê)

Yek ji giringtirîn serdanên salê serdana Waşîngtonê bû. Serokwezîr ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, berpirsên Koşka Spî, wezîrên kabîneyê û hejmareke zêde ya senator û kongrêsmênan civiya.

- Piştgiriya Leşkerî: Amerîkayê soza berdewamiya piştgiriya ji bo Hêzên Pêşmerge û dabînkirina pêdiviyên wan ên leşkerî da.

- Aborî û Enerjî: Serokwezîr serpereştiya îmzekirina du girêbestên stratejîk di warê enerjiyê de kir ligel her du kompanyayên Amerîkî (HKN Energy) û (Western Zagros) ku nirxê wan bi dehan mîlyar dolaran e. Ev girêbest dê bandoreke pir erênî li ser geşepêdana sektora neft û gaza Herêmê bikin.

 

Mesrûr Barzanî derbarê vê serdanê de got: "Em hatin Washingtonê da ku spasiya Serok, hikûmet û gelê Amerîkayê bikin ji bo piştgiriya wan a berdewam û em pabendbûna xwe wekî hevpeyman û dostê Amerîkayê careke din dûpat bikin."

 

7. Misir; Vekirina dergehê Afrîkayê (21ê Berçileyê)

Di dawiya salê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qahîreyê ligel Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî civiya. Mesrûr Barzanî pesnê rola dîrokî ya Misirê û Serok Sîsî di parastina aştiya navçeyê de kir. Di civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Misirê di warê veberhênan û pevguhartina bazirganî de hat kirin.

 

Van serdanên serkeftî nîşan didin ku Herêma Kurdistanê di sala 2025an de karî dîplomasiyeke piralî û xurt bimeşîne û pêgeha xwe wekî herêmeke bi îstîqrar û giring di nexşeya siyasî ya cîhanê de biparêze.