Du berpirsên Rijêma Beisê ji ber jenosîda Barzaniyan sibe tên darizandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku sibe li bajarê Bexdayê pêvajoya darizandina du efserên payebilind ên Rejîma Beisê ya Iraqê bi pileya lîwa bê destpêkirin, ku bi tawaneka li dijî mirovahiyê û tevlîbûna di komkujiya Barzaniyan de tên tawanbarkirin.
Ev darizandin piştî wê yekê tê ku, hêzên ewlehiyê ew her du tometbar girtin û yek ji wan di dema vekolanê de itîraf kir ku wan çawa ew tawan kirin.
Li gorî wan belgeyên fermî yên ku ji hêla Dadgeha Cezayan a Bilind a Iraqê û Dadgeha Têhelçûnê ya Resafeyê ve hatine weşandin, her du tawanbarên sereke Lîwa Şakir Taha Yehya Xefûr El-Dûrî û Lîwa Sadûn Sebrî Cemîl El-Qeysî ne.
Dadgehê bi rengekê fermî yadaştên amadebûnê ji wan re derxistine, da ku li gorî madeyên 12 û 15 ên Qanûna Dadgeha Cezayan a Bilind, ku girêdayî tawanên navneteweyî û jenosîdê ne, bên darizandin.
Di vekolanên destpêkê de, Lîwa Şakir El-Dûrî bi hûrî behsa wan nexşe û planan kiriye yên ku ji bo girtin û windakirina Barzaniyan hatine şopandin. Ev itîraf dê wekî delîlên girîng di rûniştina Dadgeha Tawanan a Resafeyê de bên pêşkêşkirin.
Herwesa tîma parêzerên Barzaniyan û nûnerên malbatên qurbaniyan jî dê li hola dadgehê amade bibin, da ku wê pêvajoyê bişopînin û berevaniyê ji mafên qanûnî yên qurbaniyan bikin.
Ew delîl nîşan didin ku, dadgehê lîsta navên 35 gilîker û şahidan amade kiriye ku şêniyên deverên Barzan, Herîr, Soran, Pîrmam û Nahiyeya Behirkê ne. Ev welatî wekî aliyê gilîker ê doza Hejmar 9/C/2025 hatine gazîkirin, da ku li ser trajediyên ku di dema rejîma Beisê de bi serê xizmên wan hatine şahidiyê bidin.
Jenosîda Barzaniyan yek ji birînên kûr ên dîroka gelê Kurd e, ku tê de li sala 1983ê nêzîkî 8.000 mirovên bêguneh ji jiyên cuda cuda li komelgehên bi zorê ji bo biyabanên başûrê Iraqê hatin veguhastin û li wê derê hatin windakirin.
Ev darizandina niha ku biryar e sibe (28.12.2025) bê destpêkirin, wekî pêngaveka dîrokî ji bo cezakirina tawanbarên ku hêşta sax in tevlî wê komkujiyên bûbûn tê hesibandin.