Li Bakurê Kurdistanê rêyên ku befrê girtine tên vekirin

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê tîmên ramalîna rêyan ji berfê bi sedan rêyên girtî vedikin.

Tîmên ramalîna rêyan ji berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji 206 wargehên ku ji ber berfa roja berê bandor li bajêr kiribû û hatibûn girtin, 62 ji wan hatin vekirin. Xebat li 144 wargeh, tax u gundan berdewam dike.

Tîmên paqijkirina berfê yên Parastin û Çakkirina Rêyan li Aned, Sêrt, Bedlîs, Mûş û Şirnexê jî ji bo vekirina nêzî 40 rêyên girtî yên gund, tax û wargehan xebatên xwe berdewam dikin.

Pêla berf û baranan a dijwar wekî her sal bandoreka zêde li deverê kiriye, Bakurê Kurdistanê jî ji wê bandorê bêpar nebûye. Ji ber befra îsal, rêyên gelek gundan hatine girtin û berdewam bizav ji bo vekirina wan rêyan tê kirin. Li parçeyên din jî yên Kudistanê rewş wesa ye.
Komeka kolberan pêr (În, 26.12.2025) dema ku ji devera Mîrawayê ya sînorî ya girêdayî bajarê Serdeştê derbaz dibûn, keftin ber reniya befrê. Ji ber giraniya wê bûyerê û keşûhewayê xirab, çar Kolber di bin befrê de asê bûn.

Çavkaniyan piştrast kir ku, di wê bûyerê de du Kolber mirine û du yên din jî birîndar bûne. Birîndar di bin çavdêriyê de ne, lê nasnameyên wan hîn jî bi rengekê fermî nehatine ragihandin.