Biryara bidarvekirinê bo yek ji tawanbarên Enfala Barzaniyan derket
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Cezayan a Iraqê biryara bidarvekirinê ji bo yek ji tawanbarên Enfala Barzaniyan derxist, herwesa biryara berdana tometbarekê din da.
Parêzerê doza jenosîda Barzaniyan li Dadgeha Bilind a Cezayan a Iraqê Eyad Kakeyî taybet ji Kurdistan24ê re biryarên Dadgeha Bilind a Cezayan a Iraqê di derheqa du berpirsên berê yên Rijêma Beisê ya Iraqê de eşkere kirin, ku bi tawanên li dijî Barzaniyan tometbar bûn.
Li gorî gotinên Parêzerê doza jenosîda Barzaniyan, cezayê bidarvekirinê ji bo Şakir Tahir Yehya Xefûr Dûrî derket, ji ber tevlîbûna wî ya rasterast di wê jenosîdê de.
Parêzerê navbirî herwesa got ku, dadgehê Sadûn Şakirî, ku pêştir berpirsê şaxa pêncê ya Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Bexdayê bû, ji ber kêmiya delîlan azad kir. Ron jî kir ku, ev şaxa dezgeha ewlehiyê girêdayî partiyên olî bû, ne komên Kurdî.
Jenosîda Barzaniyan, ku li sala 1983ê çê bû, kuştina sîstematîk a nêzîkî 8.000 mêr û kurên Barzanî ji aliyê rijêma berê ya Iraqê ve bû. Dadgeha Bilind a Cezayan a Iraqê pêştir ev kiryar wekî jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê nasandine.