Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê: Yekane çareserî bo Sûriyeyê sîstema federal e
Navenda Nûçeyan (K24) - Li vê dawiyê, Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Şamê zextên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde kirine. Armanca wan jî ew e ku, peymana 10ê Adarê bê bicîhanîn. Medyaya Tirkiyeyê jî berdewam behsa îhtîmala operasyoneka leşkerî li dijî HSDê dike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Ajansa Reutersê re ragihandibû ku, ew pabendî peymanan in. Herwesa gotibû ku, ew li ser tevlihevkirina hêzên leşkerî gihîştine fêmkirineka hevpar; lê Şamê ew daxuyanî red kir û ragihand ku ti encamên kiryarkî û peymanên bi wî rengî nînin.
Ji aliyekê din ve jî, Endamê Encûmena Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Elaedîn Aras got ku, Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixwazin pêgeheka xwe ya siyasî hebe. Aras herwesa got ku, hebûna pergaleka navendî li Sûriyeyê pirsgirêkan çareser nake.
Parlamenterê berê yê HDPê Adem Geverî jî ragihand: “Ji ber destwerdana Tirkiye, Îran û Amerîkayê tenahî li Sûriyeyê çê nabe.” Herwesa got: "Ji ber Kurdan, rejîma Sûriyeyê lawaz bû û tenahî ji bo deverê vegeriya." Ew bicîhanîna pergaleka federal wekî çareseriya yekane ji bo damzrandina Sûriyeyeka demokratîk dibîne.
Enqere israr dike ku, HSD bi hemî dezgehên xwe ve tevlî birêvebirî û artêşa Sûriyeyê bibe. Herwesa daxwaz dike ku, HSD li gorî banga berê ya Abdullah Ocalan hemî çekên xwe deyne.
Li dawiyê jî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand ku, ew naxwazin operasyoneka leşkerî li dijî HSDê bikin. Ev daxuyanî piştî serdana Fidan û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê ji bo Şamê derket.