Laziqiye.. Di xwenîşandanekê de 3 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Laziqiyeyê û çend deverên din ên Sûriyeyê, ku piraniya wan Elewî ne, xwenîşandaneka mezin hat lidarxistin. Li gorî raportên destpêkê, ji ber gulebaran û pevçûnan sê kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûn.

Bi hezaran welatiyên Elewî li Meydana Ezherê ya bajarê Laziqiyeyê kom bûn û daxwaza guhertina pergala siyasî ya Sûriyeyê ji bo "sîstemeka nenavendî û federal" kir. Herwesa daxwazeka wan a sereke jî berdana bi hezaran girtiyên Elewî bû, ku niha di girtîgehan de ne. Ji bilî Laziqiyeyê, bajarên Tertûs, Hums (taxa Wadî Zehabê), Banyas û gundên Hemayê jî eynî xwenîşandan li dar xistin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand ku, du ciwanên Elewî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine kuştin.

Ji aliyekê din ve jî, Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku endamekê hêzên ewlehiya navxweyî hatiye kuştin û çend endamên din jî birîndar bûne. Li gorî gotina wan, di ew di dema "erka parastina ewlehiya xwenîşanderan" de hatine armanckirin.

Rewangeha Sûriyeyî amaje jî da ku, termê zarokekî, ku ji roja Şemiyê ve winda bû, di avahiyekê di bin avakirinê de li bajarê Efrînê hatiye dîtin.

Rewşa deverê pir aloz bûye û alî hevdu tometbar dikin:

Encûmena Îslamî ya Elewiyan ragihand: Xwenîşandan aştiyane bûn, lê "desthilatdaran" (hêzên ewlehiyê) gule li dijî sivîlan bi kar anîn û li bajarê Banyasê jî êrîşî xwenîşanderan hat kirin.

Medyaya dewletê jî ji aliyê xwe ve sedema tundûtûjiyan bi êrîşên "bermahiyên rejîma berê" ve girê da, ku li gorî gotina wan, êrîşî hêzên ewlehiyê û welatiyan kiriye.

Ji aliyekê din ve jî, Hikûmeta Sûriyeyê tekez kir ku; Hêzên wan ji bo parastina ewlehiyê li wê derê bûn û bûne qurbaniyên kiryarên tundûtûjiyê.

Ev xwenîşandan nerazîbûnên zêde li deverên ku berê wekî bingeha sereke ya piştgiriya rejîmê dihatin hesibandin nîşan didin, û daxwazên ji bo federalîzmê aliyekê nû didin aloziyên Sûriyeyê.