Li Diyarbekir û Mêrdînê ji ber berfê, dibistan bo rojekê tên girtin
Diyarbekir (K24) – Ji ber barîna berfê, qeşa û sermayê, li parêzgehên Diyarbekir û Mêrdînê sibe Sêşemê dibistan ji bo rojekê hat rawestandin.
Parêzgehîya Diyarbekirê îro 29ê Berçileyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê, sibe dibistan girtî ne. Di daxuyaniya parêzgehê de hat gotin:
"Ji ber berf, qeşa û seqemê ku bandoreke neyînî li parêzgeha me dikin, ji bo parastina ewlehiya welatî û xwendekarên me, li seranserê Diyarbekirê hemû saziyên perwerdehiyê yên fermî û taybet, roja Sêşemê 30ê Berçileya 2025an ji bo rojekê tên girtin."
Parêzgehê herwiha eşkere kir, di heman rojê de ew karmendên giştî yên ku ducanî ne an jî kêmendam in, dê di destûra îdarî de bin û neçin ser karên xwe.
Li Mêrdînê jî perwerde hat rawestandin
Piştî Diyarbekirê, Parêzgehîya Mêrdînê jî daxuyaniyek nû belav kir. Li gorî daxuyaniyê, ji ber berdewamiya barîna berfê û metirsiya qeşayê, li seranserê parêzgeha Mêrdînê jî sibê roja Sêşemê ji bo dibistanan bû betlane.