Li Rihayê termên 3 zarokên ku ketibûn kanalê hat dîtin

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Herranê ya Rihayê, wesayîtek ket kanala avdanê. Di encamê de termê 3 zarokan hat dîtin û ji bo kesekî din ê windayî, xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li navçeya Herranê ya Rihayê îro 29ê Berçileyê wesayîteke ku 6 kes tê de bûn, ji rê derket û ket kanala avdanê ya herêmê. Piştî bûyerê 2 kesan bi derfetên xwe karîbûn xwe rizgar bikin, lê 4 kesên din di nav avê de winda bûn.

Parêzgarê Rihayê çû cihê bûyerê û li wir daxuyaniyek da rojnamevanan. Parêzgar ragihand, tîmên rizgarkirinê di encama xebatên xwe de gihîştine termê 3 zarokan. Hat diyarkirin ku temenê zarokên jiyana xwe ji dest dane di navbera 12 û 15 salan de ye.

Lêgerîn berdewam dike

Ji bo dîtina kesê çaremîn ê ku hîn winda ye, tîmên AFAD û cendirmeyan di nava kanalê de xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bi awayekî berfireh didomînin.