Mehmet Emîn Kardaş: Bila sala nû bibe sala aramî û azadiya zarokên Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, peyameke pîrozbahiyê bi boneya hatina sala nû belav kir û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna ji bo mafên neteweyî û aştiyeke bi rûmet berdewam bikin.

Serokê PDKT’ê Mehmet Emîn Kardaş, îro 31ê Berçileya 2025an, peyamek ji bo sala nû ya 2026an belav kir. Kardaş di peyama xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û hêviyên xwe yên ji bo paşerojê anîn ziman.

Kardaş di destpêka peyama xwe de sersala civaka Xiristiyan (Neol) pîroz kir û wiha got: "Em saleke din li pey xwe dihêlin. Ez sersala civaka Xiristiyan bi rûmet pîroz dikim û xweşbîniyên xwe ji wan re radigihînim."

Serokê PDKT’ê destnîşan kir, tevî hemû zext û zehmetiyan jî, gelê Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî û aştiyeke bi rûmet her tim li ber xwe daye. Kardaş di peyama xwe de hêviyên xwe yên ji bo zarok, dayik û ciwanan wiha anî ziman:

"Ez hêvîdar im ev sala nû û hemû salên werin, bibin salên ku tê de zarokên me bê tirs û di aramiyê de mezin bibin; dayikên me ji kul û xeman dûr bijîn. Daxwaza min ji ciwanên me ew e ku hêviyên xwe ji welatê xwe qut nekin û jê dûr nekevin."

Rastî, Aştî û Siyaseta Demokratîk

Kardaş tekez kir ku PDK-T dê li dijî polîtîkayên înkarê, zordariyê û şer bisekine û wiha berdewam kir: "Em ê bi hêz û welatparêziya gelê xwe, li dijî înkarê 'Rastiyê', li dijî şer 'Aştiyê' û li dijî zordariyê 'Siyaseta Demokratîk' biparêzin. Têkoşîna me ya ji bo jiyaneke aram û aştiyeke bi rûmet dê her berdewam be."

Serokê PDKT’ê Mehmet Emîn Kardaş di dawiya peyama xwe de sersala 2026an li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û bi dirûşma "Bi hev re em ê biser bikevin" peyama xwe bi dawî kir.