Hevpeymaniya Navneteweyî hefteya bê Bingeha Eyn Esedê radestî hêzên Iraqî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, di pêngaveka stratejîk de ji bo vegerandina tevahiya serweriya ewlehiyê, jivanê bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li bingeha asmanî ya Eyn Esedê eşkere kir, herwesa hûrgiliyên veguhastina peywendiyên xwe bi welatên zilhêz re ji bo qonaxa alîkariya dualî jî berçav kirin.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevpar ên Iraqê Ferîqê Yekê yê Rukin Qeys Mihemedawî îro (Çarşem, 31.12.2025) di çarçoveya konferanseka rojnamevanî de li Bexdayê ragihand: “Rêkarên vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji Bingeha Eyn Esedê li rojavayê Iraqê gihîştine qonaxa dawiyê û biryar e ku, hefteya bê bi fermî radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bê kirin.”
Qeys Mihemedawî tekez jî kir ku, peymana bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî berî sê mehan hatiye yekalîkirin û niha tu endamên biyanî di Fermandariya Operasyonên Hevpar de nînin.
Navbirî amaje jî da ku, hikûmeta Iraqê ji bo misogerkirina hevkariya di warên perwerde, piştgiriya teknîkî û danûstandinên zanyarên hewalgiriyê de penaya xwe biriye ber îmzakirina yadaştnameyên dualî yên hevfêmkirin û peymanan bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Brîtanya û Fransayê re.
Amarên operasyonan û weşandina gurzan li DAIŞê
Di mijara taybet a têkoşîna li dijî terorê de amarên sala 2025ê hatin pêşkêşkirin, ku tê de hêzên Iraqî 37 operasyonên ewlehiyê û 93 êrîşên asmanî pêk anîne. Di van operasyonan de zêdetirî 90 çekdarên rêkxistina DAIŞê hatine kuştin, ku di nav wan de serkirdeyên payebilind jî hene, yê herî diyar jî serkirdeyek bû bi navê Ebû Xedîce.
Li gorî gotina Cîgirê Fermandarê Operasyonan, ev destkeftî encama pêşkeftina şiyanên hewalgirî yên navxweyî û çavdêriya asmanî bûne, bi rengekî ku saetên firîna balafirên hewalgiriyê yên Iraqî ji 9 hezar saetan derbaz bûye, ev jî wekî amajeyekê bûye ji bo pirkirina wê valahiya ku ji ber kêmbûna hêzên hevpeymanan çê bûye.
Pirsgirêkên hestyar: Kampa Holê û PKK
Wî rayedarê leşkerî di derheqa doza Kampa Holê de jî ron kir ku, pêvajoya vegerandina malbatan di qonaxa dawiyê de ye. Îsal bi 15 karwanan, 2.954 malbat û 3.244 girtî hatine wergirtin.
Ji aliyekê din ve û di derheqa doza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, behsa hevahengiya berdewam bi aliyê Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hat kirin, ku encama wê yekalîkirina doza “Kampa Mexmûrê” û destpêkirina pêvajoya jiçekkirinê bûye li gorî dîtineka ewlehiyê ya hevpar.