Çarçoveya Hevahengiyê bo destnîşankirina berbijarekî bo posta Serokwezîrê Iraqê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Çarçoveya Hevahengiyê ragihand: “Heta niha aliyan li ser destnîşankirina yek berbijarî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê li hev nekiriye, ji ber vê yekê Çarçoveya Hevahengiyê dê hefteya bê bicive da ku berbijarê Serokwezîrê bê nîqaş bike û destnîşan bike.”

Endamê Çarçoveya Hevahengiyê Udey Ebdilhadî îro (Pêncşem, 01.01.2026) ragihand: “Hêzên ku Çarçoveya Hevahengiyê pêk tînin dê di destpêka hefteya bê de civîneka girîng li dar bixin, da ku çend mijaran nîqaş bikin, ya herî girîng jî ew e li ser berbijarekî ji bo Serokwezîrê bê bigihîjin lihevkirinekê.”

Udey Ebdilhadî amaje jî da: “Niha hejmara berbijaran ji bo vê postê ji bo sê kesan kêm bûye.” Ron jî kir: “Ji ber hebûna dîtin û nerînên cuda cuda û daxwazên aliyên di nav wê hevpeymaniyê de, heta niha wan nekariye li ser berbijarekî ji bo serokwezîrê bê biryarê bidin.”

Navbirî herwesa got: "Di civîna bê de, dibe ku nêrînên aliyan nêzî hev bibin û kesek ji bo wê postê bê destnîşankirin, lê divê her gav li bîra me be ku di civînên wesa de îhtîmala bûyerên neçaverêkirî û ecêb heye."

Piştî rûniştina yekê ya Parlementoya Iraqê, bi taybetî jî piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê, nîqaş di Çarçoveya Hevahengiyê de li ser ka qonaxa bê ya siyasî ya Iraqê dê çawa be zêde dibin, bi taybetî jî piştî ku Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê israra xwe li ser berbijarkirina Mihemed Şiya Sudanî ragihand. Herwesa navên din jî yên di wê çarçoveyê de ji bo rola serkirdetiya di hikûmeta bê de pêşbirkê dikin.

Herwesa pirsa serokatiya parlementoyê, li gel encamên rûniştina hilbijartina Serokê Parlementoyê û her du cîgirên wî, dê roleka girîng di parastina hevsengiya di navbera hêzên Şîe, Sune û Kurdî de bilîzin. Ev yek jî bûye sedema wê yekê ku, civîna hefteya bê ya Çarçoveya Hevahengiyê di danana taybetmendiyên desthilata bicihanînê ji bo hikûmeta Iraqê ya bê de bibe xaleka sereke.