Partiya CSU a Almanî daxwaz dike penaberên Sûrî bên vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî belgeyeke ku bi dizî derketiye, Fraksiyona Partiya Sosyal Mesîhî ya Bavyerayê (CSU) li parlamena Almanyayê dixwaze qanûnên koçberiyê tund bike û piraniya penaberên Sûrî bilez dersînorî welatê wan bike.

Partiya CSU ya ku li eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê desthilatdar e, di nexşerêyeke nû de daxwaz dike ku ji ber "bidawîbûna şerê navxweyî li Sûriyeyê", êdî mafê parastina demkî ji bo penaberên Sûrî ne guncaw e. Ev partî amadekariya wê yekê dike ku sala 2026’an bike "sala destpêkirina operasyonên mezin ên dersînorkirinê".

Li gorî belgeya ku di medyaya Almanî de cih girtiye, CSU pêşniyar dike ku geştên asmanî (firoke) yên asayî yên ber bi Sûriye û Afganistanê ve ji bo vegerandina penaberan werin bikaranîn. Ji bo serkeftina vê planê, daxwaz tê kirin ku li seranserê Almanyayê navendên taybet ên dersînorkirinê (deportation centers) werin avakirin û li balafirgeha Munchenê holeke taybet ji bo vî karî were veqetandin.

Belgeya CSU’yê ronahiyê dixe ser mijarên ewlehiyê jî. Tê gotin ku her kesê ku banga "Dewleta Îslamî" yan jî "Xelafetê" bike, herwiha kesên ku sûcên "dij-Cihûtiyê" (anti-semitism) encam bidin, dê tavilê werin dersînorkirin û mafê rûniştinê ji wan were stendin. Herwiha hate destnîşankirin, kesên ku regeznameya duyem li gel a Almanî hebe, dê regeznameya wan a Almanî ji wan were standin û bi darê zorê werin şandin.

Pêngava CSU’yê tenê Sûriyan li xwe nagire; partî dixwaze mêrên Ukraynî yên ku temenê wan ji bo şer guncaw e, bi zextan vegerînin welatê wan da ku beşdarî parastina Ukraynayê bibin.

Serokê Fraksiyona CSU’yê Alexander Hoffmann diyar kir, ew dixwazin pênaseya "karker" di qanûnên Yekîtiya Ewropayê de biguherînin. Hoffmann got: "Divê em pêşî li veguherîna koça karkeran bo koça hejariyê bigirin." Armanca vê pêngavê ew e ku rê li ber wan kesan were girtin ên ku tenê ji bo wergirtina alîkariyên sosyal ên Almanyayê tên welat û kêm dixebitin.

667 hezar Sûrî di bin metirsiyê de ne

Li gorî amarên sala 2025’an, nêzîkî 948 hezar welatîyên Sûrî li Almanyayê dijîn. Ji vê hejmarê, derdora 667 hezar kes xwedî "mafê rûniştina demkî" ne. Heke ev pêşniyara CSU’yê bibe qanûnek fermî, ev bi sedan hezar kes bi metirsiya dersînorkirinê re rûbirû dimînin. Ev mijar niha li Almanyayê, bi taybetî li gel bihêzbûna herikên rastgir, bûye navenda nîqaşên germ ên siyasî.