Wezareta Navxwe dema qeyûmê Mêrdînê dirêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar da, dema erkê qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ku di şûna Ahmed Turk de hatibû danîn, du mehên din were dirêjkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bo du mehên din hatiye dirêjkirin. Li gorî vê biryarê, Parêzgarê Mêrdînê dê heta 4’ê Adara 2026’an bi awayê wekalet di posta şaredariyê de bimîne.
Parêzerê Ehmed Turk derbarê biryarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir, danîna qeyûman binpêkirina mafê dengdanê û li dijî destûrê ye. Parêzer bal kişand ser qonaxa siyasî ya herêmê û got: "Di vê demê de ku behsa aştiyê tê kirin, eger sîstema qeyûman bi dawî bibe, dê baweriya milet li hemberî pêvajoya aştiyê hên zêdetir bibe."
Ahmed Turk di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de wekî berbijarê DEM Partiyê bi piraniya dengan wekî Hevşaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Lê belê Wezareta Navxwe di 4’ê Mijdara 2024’an de li gel hevşaredarên Êlih û Xelfetiyê, Ahmed Turk jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û lêpirsînên siyasî ji wezîfeyê dûr xistibû.
Ev biryara dirêjkirinê di demekê de tê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser "Pêvajoya Nû ya Aşitiyê" germ in. Piştî biryarên PKK’ê yên ji bo xwehilweşandin û danîna çekan, dihat çaverêkirin ku hikûmet gavên demokratîk baveje û dawî li sîstema qeyûman bîne da ku rê li ber diyalogeke sivîl were vekirin. Lê belê, biryara dawî ya wezaretê nîşan dide ku sîyaseta qeyûman wekî xwe berdewam e.