4 jinan xwe bo posta Serokkomariya Iraqê berbijar kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê lîsta dawiyê ya berbijarên posta Serokkomariya Iraqê belav kir, ku 81 kesan navên xwe ji bo wê postê tomar kirine û di nav wan de jî çar jin hene.

Ev pêşbirkê di demekê de ye ku li gorî edetên siyasî yên Iraqê, posta serokkomariyê para Kurdan e û hevrikiyeka dijwar di navbera hêzên siyasî de heye ku çareser bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vê gerê Wezîrê Derve yê Iraqê yê niha Fuad Hisên ê 76 salî û Parêzgarê Hewlêrê yê berê Newzad Hadî yê 63 salî wekî berbijarên xwe dane nasandin.

Herwesa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî biryar daye ku tenê bi yek berbijar, ku Wezîrê Jîngehê yê berê Nîzar Amêdî ye û jiyê wî 57 sal e, biçe nav wê pêşbirkê.

Di nav wê lîstê de navên gelek kesatiyên din jî tên dîtin, wekî Serokkomarê niha yê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ê 81 salî, herwesa serkirdeyê berê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar ku 71 salî ye.

Jinên ku xwe ji bo vê postê berbijar kirine ev in: Keça Serokkomarê Iraqê yê berê Ciwan Fuad Masûm ku 56 salî ye, Şîlan Fuad Ebdilletîf Ebdirehman, Emîra Cafer Cabir Ebûdî û Rexed Ebdulsade Mezelin.

Sîstema siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên yekê yên pir-partî yên sala 2005ê li ser bingeha tevlîbûna di navbera pêkhateyan de hatiye danan.

Li gorî vê siyasetê, posta serokatiya hikûmetê, ku posta herî bihêz a bicihanînê ye ji bo Şîeyan, Serokatiya Parlementoyê ji Suneyan re û Serokatiya Komarê jî, ku zêdetir posteka teşrîfî ye, ji Kurdan re hatiye diyarkirin.

Ji hêla qanûnî ve, divê parlemento, ku di 30.12.2025ê de civîna xwe ya yekê li dar xist, di 30 rojan de û bi dengên du li ser sêyê yên endaman serokkomarê nû hilbijêre.

Piştî hilbijartina wî, Serokomar 15 roj hene ku berbijarê fraksiyona herî mezin a parlementoyê ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike, ku wî jî ji aliyê xwe ve dê 30 roj hebin ku kabîneya xwe temam bike.

Li gel van demên destûrî, gelek caran ji ber hevfêmnekirina aliyan û aloziya rewşa siyasî, pêvajoya yekalîkirina postên bilind demeka dirêjtir dibe.