PDK û YNK li ser asta bilind dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê got, di nava PDK û YNKê de amadekarî ji bo hevdîtineke çarenivîssaz tên kirin. Li gorî zanyariyan, di rojên bê de her du alî dê li ser asteke bilind werin cem hev.
Rojeva civînê: Bexda û Hewlêr
Di vê hevdîtina giring de, dê sê mijarên sereke li ser maseyê bin:
1- Berbijêrê Serokkomariyê: Hewldana ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser "berbijêrê hevbeş" ê Kurdan ji bo posta Serokkomarê Iraqê.
2- Hikûmeta Nû ya Herêmê: Gotûbêjkirina gavan û dabeşkirina postan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Rewşa Bexdayê: Nirxandina pêwendiyên her du aliyan bi hikûmeta federal a Iraqê re û hevahengiya di navbera fraksiyonên Kurdî de li Bexdayê.
Dema hevdîtinê
Her çend heya niha demeke diyarkirî û fermî ji bo destpêkirina civînê nehatibe diyarkirin, lê jêderên agahdar didin zanîn ku ev hevdîtin dê di dawiya vê heftiyê de, yan jî di destpêka heftiya bê de were kirin.