Pêşbirka “Dayikên Kurdî Bi Zarokên Xwe Re Kurdî Diaxivin” hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê pêşbirka Dayîkên Kurdîaxêv hat lidarxistin û bi rêrismekê jî kesên di pêşbirkê de bi ser ketine hatin xelatkirin. Dayîk û zarokên beşdarî pêşbirkê bûne anîn zimên ku ew bi zimanê xwe serbilind in û bang li hemû civaka kurd kirin ku li zimanê xwe xwedî derbikevin da ku li Bakurê Kurdistanê pergala bişaftinê were tekbirin.
Li Diyarbekirê ji aliyê komeleya jinên kurd ve bo belavbûna hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî pêşbirkek bi navê dayîkên kurdîaxêv hat li darxistin. Dayîkên bi zarokên xwe re kurdî diaxifin dema axaftina xwe kêşane vîdeoyekê û bi vê vîdeoyê jî serî li pêşbirkê dane. Dayîk û zarokên di pêşbirkê de bi ser ketîn jî bi rêrismekê hatin xelatkirin. Amadekarên pêşbirkê amaje kirin ku ew dixwazin di nava civaka kurd de axaftina bi zimanê zikmakî belav bibe û bo vê yekê jî dê pêşbirkên wisa bi awayeke berdewam li dar bixin.
Berpirsa Giştî ya Komeleya Jinên Kurd Evîn Azad ji K24ê re got: “Piştî ku serîlêdan bi dawî bûn jî gelek kesan vidyo şandin û xwestin û beşdarî pêşbirkê bibin, ji ber wê emê pêşbirkên bi vî awayî berdewam bikin. Pêşbirka me gihşt armanca xwe.”
Di rêrisma xelatkirinê ya dayîkên kurdîaxiv de zarokên beşdarî pêşbirkê bûyîn jî bi stranên kurdî şa bûn. Dayîkên beşdarî pêşbirkê bûyîn jî anîn zimên ku berpirsiyariya hemû malbatên kurd e ku zarokên xwe fêrî kurdî bikin û bi wan re bi kurdî biaxifin.
Beşdara Pêşbirkê Crîstîn Ozbey: “Celadet Alî Bedirxan dibêje cil û bergên me zimanê biyanî ye û çermê canê me zimanê me ye, ji ber wê mirov nikare bêyî çermê laşe xwe bijî, ji bo bal bikêşin ser ziman ez beşdarî pêşbirkê bûm.”
Beşdarê Pêşbirkê Çiya Ozbey-: “Zimanê kurdî xweş e , ez ji zimanê kurdî gelek hes dikim.”
Beşdara Pêşbirkê Gulcîhan Guzel: “Mirov di zaroktî de fêrî zimanê xwe bibe ziman mayînde dibe, ji ber wê axaftina bi zarpkan re gelek girîng e, ez naxwazim pêşerojê de zarokên min bêjin “em fam dikin lê nikarin biaxifin”.”
Beşdara Pêşbirkê Mızgîn Guzel: “Kurdî xweş e, bila herkes bi kurdî biaxife.”
Komeleya Jinên Kurd dide zanîn ku pêşbirka wan a yekem bi Diyarbekirê ve sînordarkirî bû û dê di pêşerojê de li bajarên din jî ên Bakurê Kurdistanê û Metropolên Tirkiye jî pêşbirkên zimanê kurdî li dar bixin.