Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî: Xelkê Efrînê di rewşeka mirovî ya pir dijwar de dijî
Navenda Nûçeyan (K24) - Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî, bi merema rûbirûbûna wê rewşa mirovî ya dijwar a ku niha li Efrînê çê bûye, bangeka lezgîn arasteyî hemî xêrxwazan û Diyasporaya Kurdistanî li seranserî cîhanê dike, da ku bi rêya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê alîkariyên xwe yên mirovî bigihînin lêqewimiyan û awareyên wê deverê.
Ev banga Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî di demekê de ye ku, xelkê Efrînê ji ber sermaya dijwar û hatina hejmareka mezin a malbatên aware di rewşeka mirovî ya pir dijwar de dijîn, bi rengekî ku hewcedarî ji şiyana bersivdana heyî derbaz bûye.
Di vê çarçoveyê de, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Efrîn û Helebê roleka pêşeng û sereke di pêşkêşkirina alîkariyan de dilîze û li deverê wekî piştgireka rastîn a malbatên zirardîtî ye.
Konfederasyona navbirî tekezê li ser wê yekê jî dike ku, arêşeya niha ya Efrînê berî ku aliyên leşkerî an siyasî hebin, pirseka mirovî ye û ji bo biserxistina bizavên alîkar ên niha pêdivîtî bi berpirsyarîtiyeka giştî heye.
Ji bo vê meremê jî, Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî bang li hemiyan dike ku bi rêya fermî piştgiriyê bidin Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê. Bang li medyayê jî dike ku, hejmarên hesabên xwe yên bankan belav bikin da ku herî zêde kes bikarin tevlî vî erkê neteweyî bibin.
Ew konfederasyon tekez jî dike ku, gihandina vê bangê ji bo hemî aliyan li hember êşên gelê me helwesteka zelal e û ji bo berdewamiya karên mirovî bingeheka sereke ye, ji ber ku niha dema kiryaran e û parastina jiyana welatiyan berpirsiyariyeka hevpar a hemiyan e.
Ev bizav di demekê de ye ku, Diyasporaya Kurdistanî her car wekî hêzeka zindî di demên nexwestî de piştgirî daye lêqewimiyên parçeyên Kurdistanê û ev kampanyaya nû jî temamkera vî karwanê mirovî ye.