Hikûmeta Swêdê: Dibe ku piştî Grînlandê em jî bibin armanca nû ya Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Serokwezîra Swêdê Ebba Busch hişyarî da ku ji ber dewlemendiya welatê wê ya di warê madenên kêmpeyda de, dibe ku Swêd bibe armanca nû ya Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Ebba Busch, ku di heman demê de Wezîra Enerjî û Pîşesaziyê ya Swêdê ye, di civîneke rojnamevanî de bal kişand ser girîngiya stratejîk a çavkaniyên kanzeyî û madenên welatê xwe. Busch diyar kir ku dibe ku baldariya Trump bikeve ser madenên Swêdê û mîna doza Grînlandê, Swêd jî bibe "pêşîneya" Amerîkayê.

Ebba Busch destnîşan kir, li cîhanê 17 cureyên madenên kêmpeyda hene ku ji bo teknolojiya modern a îro jiyanî ne û Swêd xwediyê 7 cureyan ji wan e. 

Busch wiha got: "Divê Swêd serxwebûna xwe li hemberî Çîn û Amerîkayê biparêze. Em ê li ber Donald Trump û Xi Jinping çok daneynin."

Busch eşkere kir, hikûmeta Swêdê li ser "stratejiyeke radîkal" ji bo sektora madenan dixebite. Armanca vê stratejiyê ew e ku ewlehiya dabînkirina madenan biparêze û rê li ber welatên din bigre ku nekaribin dest deynin ser çavkaniyên Swêdê.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson jî nîgeraniya xwe derbarê helwestên Trump ên li ser Grînlandê anî ziman. Jonson diyar kir ku ev daxuyaniyên Trump dibin sedema "nezelaliyê" di nav hevalbendiya NATOyê de.

Ev hişyariyên rayedarên Swêdê piştî daxuyaniyên dawî yên Donald Trump hatin. Trump careke din tekezî li ser girîngiya stratejîk a Grînlandê ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê kiribû. Trump ragihandibû ku ew ê rê nedin Çîn û Rûsya dest deynin ser herêmên stratejîk û gotibû: "Pêwîstiya Amerîkayê bi xwedîderketina li van cihên stratejîk heye, çi dilê wan lê be, çi nebe."