Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê çend pirsên giring gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro li rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û bicihanîna peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicive.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 14.01.2026) dicive, da ku du mijaran nîqaş bike.

Mijarên civînê:

1. Pêşkêşkirina kurtiya sala darayî ya 2025ê, nîqaşkirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala darayî ya 2026ê, şopandina Encûmena Wezîran ji bo mûçeyên mehên 11 û 12 yên sala 2025ê, garantîkirina xerckirina mûçeyên mehên sala 2026ê û mafên darayî yên din ên Herêma Kurdistanê di budceya federal de.

2. Bicihanîna peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rengekê serkeftî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve di sê mehên dawiyê yên sala 2025ê de, pêşveçûnên berdewambûna bicihanîna wê peymanê, pêşkêşkirina data û zanyaran li ser mîqdara petrola hinardekirî û dahata bidestxistî ya firotina petrola Herêma Kurdistanê û xezîneya federal.