HSD: Droneke Tirkiyeyê xaleke me li Tebqayê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, wan hewildana pêşketina komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve li gundewarê Dêr Hafirê têk biriye. Hevdem, droneke artêşa Tirkiyeyê li gundewarê Tebqayê xaleke HSDê bombebaran kir û di encamê de birîndar çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir, şeva borî komên çekdar ên ku wekî "çeteyên Hikûmeta Demkî" pênase dikin, li eniya gundê Zubeyda yê li başûrê Dêr Hafirê (rojhilatê Helebê) hewl dane pêş bikevin. Li gorî daxuyaniyê, şervanên HSDê bersiveke tund dane û piştî şerekî dijwar, êrîşkar neçar mane ku ji qada şer birevin.

Êrîşa dronê li gundewarê Tebqayê

Ji aliyekî din ve HSDê ragihand, îro Çarşemê (14ê Çileya 2026an), serê sibê droneke artêşa Tirkiyeyê ya cureyê "Bayraktar", li gundê El Bu'asî yê ser bi gundewarê Tebqayê ve, xaleke wan a leşkerî kiriye armanc. Di encama vê bombebaranê de çend şervanên HSDê birîndar bûne û ji bo dermankirinê hatine veguhestin.

Piştî êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Artêşa Sûriyê û komên piştgirên wan eniyên şer ber bi herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê ve fireh dikin. Niha li herêmên wekî Dêr Hafir, Meskene gundewarê Tebqayê û derdora Bendava Tişrînê tevgerên leşkerî yên giran tê dîtin.

HSD: Em ê bersiva her cure gefan bidin

Fermandariya Giştî ya HSDê derbarê van geşedanan de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, ew ê li dijî hemû êrîş û gefan "mafê parastina rewa" bikar bînin. HSDê ragihand, ji bo parastina ewlehiya welatiyan û parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, ew ê bersiveke tund bidin çavkaniyên êrîşan û rêkarên pêdivî yên leşkerî pêk bînin.