Saziyên Zimanê Kurdî: Herî kêm divê 250 mamosteyên kurdî li Tirkiyeyê werin damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziyên zimanê kurdî yên Bakurê Kurdistanê derbarê hijmara peywirdarkirina mamosteyên zimanê kurdî de dibêjin, peywirdarkirina 6 mamosteyên zimanê kurdî ji pêdiviyên rasteqîne gelek dûr e ku li Tirkiyeyê bi milyonan xwendekarên kurd hene. Siyasetmedar jî balê dikêşin ku peywirdarkirina 6 mamosteyan di qada navneteweyî de jî bo Tirkiyeyê şermek mezin e.

Li Tirkiyeyê bertekên li dijî hijmara peywirdarkirina mamosteyên zimanê kurdî berdewam in ku bo sala 2026an hat ragihandin dê 10 hezar mamoste werin standin û ji van 10 hezaran jî 6 tenê bo zimanê kurdî hatine peywirdarkirin. Ji 6 mamosteyan jî 5 bo zaraveyê kurmancî 1 jî bo zaraveyê zazakî ye. Saziyên zimanê kurdî yên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku hijmara hatiye ragihandin ji rastiyê gelek dur e û bal tê kêşan ku rewşa derketî holê li dijî pêvajoya çareseriya pirsa kurd e jî.

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî Barij Celalî ji K24ê re got: “Ev rewş nîşaneya bêxwedîbuna statuya zimanê kurdî ye, li aliyekê pêvajoyek heye lê ev saleke qet behsa ziman û çanda kurdî nehatiye kirin, divê waneya zimanê kurdî ne hilbijarî be, divê bibe neçarî wek ya ingilîzî, 60 hezar xwendekar vê waneyê dihilbijêrin, divê herî kêm 250 mamoste werin standin.”

Siyasetmedarên kurdî derbarê kêmbuna peywirdarkirina mamosteyên zimanê kurdî de dibêjin ev yek bandoreke neyînî li ser îmaja Tirkiyeyê ya qada navneteweyî de jî dike û daxwaz ew e ku zimanê kurdî bibe xwedî statu û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn.

Cîgirê Serokê Hak Parê Hanîfî Eren dibêje: “Ev biryara bo damezrandina tenê 6 mamosteyên kurdî bo Tirkiye şermek mezin e, 30-35 milyon kurd hene li Tirkiye, divê zimanê kurdî bibe zimanê duyem ê fermî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî were cîbicîkirin.”

Ji sala 2012an heta 2026an ji zankoyan 847 xwendekar ji beşên zimanê kurdî derçûne, nava 14 salan de 213 mamosteyên zimanê kurdî hatine peywirdarkirin ku saziyên zimanê kurdî dibêjin salane divê herî kêm 250 mamosteyên zimanê kurdî werin peywirdarkirin.”