Serok Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Çileyê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî tê de amade bû, guhertinên dawî yên li Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin.
Balyozê Fransayê Patrick Durel, kurteyek li ser nêrîna welatê xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, aloziyên herêmî û krîza Sûriyeyê pêşkêş kir. Durel bi taybetî bal kişand ser hewildanên dîplomatîk ên Serok Barzanî û pesnê rola wî ya "avaker" û "bihêz" da ku di kêmkirina tûndûtûjî û aloziyên li Sûriyeyê de lîstiye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, hewlên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneyên nû yên hikûmetê li Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û hewlên ji bo berdewamî û pêşvebirina van peywendiyan di hemû waran de, mijareke din a civînê bû.