PYD û ENKS: Divê pirsa Kurdan bi rêya diyalogê bê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberên PYD û ENKSê civiyan û her du aliyan di wê civînê de li ser rewşa dawiyê ya guhertin û pêşkeftinên sûriyeyê tekez kir ku, divê pirsa Kurdan di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îro (Pêncşem, 15.01.2026) li navenda PYDê li dûrî çavkaniyên ragihandinê civiyan.

Di wê civînê de, her du aliyan behsa guhertin û pêşkeftinên dawiyê û êrîşên li ser her du taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê û rewşa Sûriyeyê bi rengekê giştî kir.

Kesên ku di wê civînê de amade bûbûn amaje da ku, PYD û ENKSê behsa wê yekê kiriye ku divê şêniyên taxên  Şêx Meqsud û Eşrefiyeyê li gorî peymana 1ê Nîsanê li taxên  xwe bimînin û li wê derê xwe bi rê ve bibin.

Kesên ku tevî wê civînê bûne herwesa tekez li ser girîngiya bicihanîna Peymana 10ê Adarê kir û hevnerîn bûn ku, divê pirsa Kurdan di çarçoveya wê peymanê de bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Her du aliyan di dawiya wê civînê de jî biryar da ku, li ser diyalog û danûstendinên di navbera xwe de berdewam bin.

Desteya PYDê ji Hevserokê Giştî Xerîb Hiso, Endamê Desteya Hevserokatiyê Aldar Xelîl û Endamê Nivîsîngeha Têkiliyan Kemal Akîf û desteya ENKSê jî ji Serokê  ENKSê Mihemed Îsmaîl, Berdevkê ENKSê Fêsel Yûsif, Birêveber Fesla Yûsif û Nîmed Dawud pêk hatibû.