Mahmut Dîndar: Êdî Tifaqa Kurdan li ser me hemûyan ferz e
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê nerazîbûnên li dijî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê yên taxên Kurdan ê Helebê û herêmên din zêde dibin. Ligel ku parlamenterekî DEM Partî diyar dike ku êdî pedivî bi Tifaka Kurdan heye, akademîsyenek jî dide zanîn ku Tirkiye dikare tene roleke şîretkar bilîze.
Piştî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê yên dijî taxên Kurdan yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeya parêzgeha Helebê, rageşiyiya leşkerî her ku diçe gûr dibe ku roja sêşemê jî herêmeke berfireh a li rojhilatê Helebê (ji Dêr Hafirê heta Meskeneyê li berava rojavayê Feratê) wekî "herêma leşkerî ya girtî" hatiye ragihandin. Ev êrîşên li dijî Kurdan li parlamentoya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî rastî bertekên tund tê ku car caran li parlamentoya Tirkiyeyê jî dibe cihê aloziyan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê jî derbarê êrîşên dijî Kurdan de dibêje êdî Kurd hatine wê astê ku lazim e bêyî cudahiya ol, partî û fikran Tifaqa Kurdan ava bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar ji K24ê re got: “Ev tiştên ku li ser Kurdan tevahiya dinyayê ku tên meşandin zêdetir jî li Rojavayê, axa Sûriyeyê êdî vê rastiyê dide pêşiya me Kurdan, em li kû derê bin, em di kîjan fikr û ramanê de bin û yê baweriya wî heyî an tuneyî tevahiya Kurd û Kurdistanê êdî tifaqekê datîne pêşiya me. Ev tişt êdî pêwîst e li ser me hemû Kurdan ferzek e. Başûr, Bakûr, Rojhilat. Loma jî em van qetlîaman qebûl nakin, em van bêehlaqiyan qebûl nakin, em bi van tiştên bêhiqûqî birastî gelekî diêşin. Gerek ji niha û paş ve em Kurd rûnin û van tiştan bihevre çavere bikin.”
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê jî diyar dike ku li Sûriyeyê hemû aliyan bi têkoşîna xwe bûn sedema hilweşîna bîngehîn û di qadê de encamên wê dixwazin ku di wî warî de jî divê Tirkiye xwedî roleke avaker be.
Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay dibêje: “Divê HSD û Ahmet Şera ango Hikûmeta Navendî, kanalên dîplomasiyê vekirî bihêlin, bi hev re hevdîtinan bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Tirkiye jî tenê dikare roleke şîretkar bilîze û di vê demê de ji bo Tirkiyeyê ne mumkin e ku bibe aliyê şer. Lê bi taybetî di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, bendewariyek heye ku HSD guh bide Abdullah Ocalan û pêvajoya danîna çekan a li Tirkiyeyê li wê derê jî deng bide. Lê Kurd jî dixwazin encamên têkoşîna xwe di qadê de bibînin ku ev tiştekî asayî ye.”
Hevserokê Giştî DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî êrişên li Helebê wekî ceribandineke ya "Helebceyeke nû" bi nav kiribû. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî îdia kir ku di êrişên artêşa Sûriyeyê de xwîna Kurdan nehatiye rijandin. Lê belê Kurd û HSD van gotinan red dikin û dibêjin ku Şam û Enqere bi hevahengî êrişî wan dikin.