Nêçîrvan Barzanî ligel Mezlûm Ebdî û Mihemed Îsmaîl civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Çileyê li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke payebilind kir ku tê de Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl cih girtin.
Di civînekê de pêşhatin herî dawî yên rewşa Sûriyeyê û pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û HSD’ê de hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de tekezî li ser pêwîstiya mîsogerkirina aştiyê û bidawîanîna rageşiya leşkerî û tundûtûjiyê di rewşa niha ya Sûriyeyê de hat kirin.
Herwiha her du alî li ser giringiya diyalogê wekî tekane rê ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û pêkanîna jiyana hevbeş a aştiyane ya di navbera pêkhateyên Sûriyeya nû de hevnerîn bûn.
Gotûbêjkirina gavên kirdarî ji bo vegerandina aramiyê bo wan deverên ku ji ber şer û nakokiyan zirar dîtine, ligel pevguhertina nêrînan derbarê rewşa giştî ya Sûriyeyê, tewereke din a civînê bû.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan spasiya xwe û pêzanînên xwe ji bo rol û hewildanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ligel aliyên pêwendîdar ji bo parastina aştî û aramiyê û rêgirtina li berfirehbûna rageşî û aloziyan, nîşan dan.
Hewlêr bûye navenda dîplomasiya Sûriyeyê
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê, her îro Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî mêvandariya civînekê kiribûn ku tê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack, Konsula Giştî ya Amerîkayê Wendy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê General Kevin Lambert û serkirdeyên Kurd ên Sûriyeyê amade bûbûn.
Serok Mesûd Barzanî di wê civînê de tekezî li ser giringiya diyalogê kiribû û bal kişandibû ser wê yekê ku divê di "Sûriyeya nû" de mafên hemû pêkhateyan werin parastin.
Tê dîtin ku Herêma Kurdistanê bi van hevdîtinan hewl dide navbeynkariyê di navbera aliyên Kurdî û hêzên navneteweyî de bike, da ku rê li ber şerekî nû yê berfireh li Sûriyeyê were girtin.