MSD: Li Reqa û Tebqayê metirsiya karesateke mirovî heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Têkiliyên Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Ebdulwehab Xelîl li Şamê îro (Yekşem, 18.01.2026) di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, rewşa ewlehiyê li deverên Reqa û Tebqayê metirsiyeka cidî li ser jiyana sivîlan çê kiriye. Navbirî herwesa haydarî li ser rûdana karesateka mirovî jî da.

Ebdulwehab Xelîl amaje da ku, niha şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li Reqayê berdewam in, herwesa li Dêrazorê jî eşîrên Ereb bingeh û baregehên HSDê dikin armanc, vê yekê jî rewş aloztir kiriye.

Serokê Têkiliyên Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê tekez jî kir ku, "Pirsgirêk bi rêya leşkerî nayên çareserkirin." Herwesa ragihand ku, HSD ji bo bidawîkirina van aloziyan diyalog û çareseriyeka aştiyane dixwaze.

Serokê Têkiliyên MSDê herwesa behsa metirsiya girtiyên çekdarên DAIŞê jî kir û wekî "metirsiyeka mezin" wesif kir ku divê wekî hîkmet bê wergirtin.

Navbirî di derheqa bizavên siyasî de jî dilxweşiya xwe anî ziman û ragihand: "Em civîna Hewlêrê wekî pêngaveka erênî dibînin," wekî amajeyek ji bo wan bizavên ku ji bo aramkirina rewşê tên kirin.

Serokê Têkiliyên Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) haydarî da ku, heke rewş bi vî rengî berdewam be, pêşbînî tê kirin ku karesateka mirovî li wan deveran biqewime.