Macron: Min ji Serokê Sûriyeyê re got ku agirbesta mayînde gelekî giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re destnîşan kir, aramiya Sûriyeyê bi agirbesteke mayînde û tevlîkirina HSD’ê di nav saziyên dewletê de ve girêdayî ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 18ê Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî (X) ragihand, wî bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re peywendiyeke telefonî encam daye. Macron diyar kir, di peywendiyê de wan rewşa ewlehî û siyasî ya Sûriyeyê bi berfirehî gotûbêj kirine.

Macron destnîşan kir, wî nîgeraniya kûr a Fransayê gihandiye Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, ji ber zêdebûna rageşiyê û berdewamiya operasyon û êrişên ku ji aliyê desthilatdarên Sûriyeyê ve tên kirin.

Serokkomarê Fransayê di peywendiyê de bal kişand ser du xalên stratejîk ji bo pêşeroja Sûriyeyê:

- Agirbesta Mayînde: Pêwîstiya ragihandina agirbesteke giştî û herdemî li seranserî welat.

- Rewşa HSD’ê: Macron daxwaz kir ku li ser bingeha gotubêjên meha Adara borî, lihevkirinek pêk were da ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de werin tevlîkirin.

Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de tekez kir ku parastina yekparçeyiya xaka Sûriyeyê û dabînkirina aramiya mayînde, bi avêtina van gavan ve girêdayî ye.