MSD: Çareserî ne di şer de, lê di Sûriyeyeke demokratîk û pirreng de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hişyarî da ku êrişên komên çekdar ên di bin sîwana "Hikûmeta Veguhêz" de, metirsiyeke mezin li ser aştiya herêmî û navneteweyî çêdikin û armanca wan zindîkirina terorê ye.

MSD’ê îro 20’ê Çileyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser hovîtiya êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, înfazkirina şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî dîlgirtina wan û berdana endamên DAIŞ’ê ji zindanan, nîşanên destpêkirina pêleke nû ya teror û komkujiyan e.

MSD’ê destnîşan kir, bajarê Kobanê ku di cîhanê de bû sembola têkbirina DAIŞ’ê, îro rasterast rûbirûyê gefan e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişkirina ser Kobanê, êrişkirina li ser nirxên demokratîk, azadî û vîna azadîxwazan e. Ev hewldaneke tolhildanê ye ji wan hêzên ku teror di sala 2014’an de têk birin."

Hat ragihandin ku bi armancgirtina Kobanê re, tevahiya herêma Cizîrê û projeya jiyana hevbeş a Kurd, Ereb, Suryan û Aşûriyan tê armanckirin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir jî, di vê qonaxê de piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne tenê bijardeyeke siyasî ye, lê belê "berpirsiyariyeke exlaqî û mirovî" ye. MSD’ê hişyarî da ku paşguhkirina van metirsiyan, dê bibe sedem ku teror careke din li deriyên hemû cîhanê bixe.

Di daxuyaniyê de MSD’ê kiryarên hovane yên desthilata li Şamê (Hikûmeta Veguhêz) şermezar kirin ku rêyên aştiyane û diyalogê red dikin. MSD’ê tekez kir: "Tevî ku em her dem alîgirên diyalog û danûstandinan in, lê ji ber israra hikûmeta li Şamê ya li ser çareseriyên leşkerî, em ê ji bo parastina azadî û rûmeta gelê xwe berxwedana rewa bidomînin."

Di dawiya daxuyaniyê de MSD’ê bang kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenamendî ku mafên hemû welatiyan mîsoger dike, divê civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.