Ferhad Etrûşî: Divê mafên malbatên şehîdan li Iraq û Kurdistanê bên misogerkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê girîngiya sererastkirina qanûna qerebûkirina zirardîtiyan û misogerkirina mafên malbatên şehîdan li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê îro (Sêşem, 20.01.2026) di ragihandinekê de eşkere kir ku, Ferhad Etrûşî pêşwaziya Serokê Dezgeha Şehîdan a Hikûmeta Federal Ebdilîla Naîlî kir.
Di wê hevdîtinê de, Serokê Dezgeha Şehîdan pîrozbahî li Ferhad Etrûşî kir, ji ber hilbijartina wî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentorya Iraqê.
Li gorî wê ragihandinê, her du aliyan danûstandin li ser xurtkirina hevahengiyan û pirsa sererastkirina qanûna qerebûkirina kesan kirin, ên ku ji ber kiryarên terorîstî û xeletiyên leşkerî zirar dîtine.
Ferhad Etrûşî jî ji aliyê xwe ve pesnê bizavên Dezgeha Şehîdan da û tekez li ser girîngiya berdewambûna karan ji bo xizmetkirina malbatên şehîdan û misogerkirina mafên wan li hemî parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê bêyî cudahî kir.