Li Kanadayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Calgary yê Kanadayê, bi beşdariya çendîn komên civakî û kurdistaniyên niştecihê wî bajarî, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandaneke aştiyane lidar xist.

Xwepêşanderan li navenda bajarê Calgary kom bûn û bi meşekê ber bi Konsulxaneya Amerîkayê ve çûn. Di çalakiyê de daxwaz hat kirin ku civaka navdewletî bi lezgînî ji bo parastina welatiyên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê bikeve tevgerê û rê li ber êrişên li ser herêmê bigire.

Di dema xwepêşandanê de, nameyek radestî rayedarên Konsulxaneya Amerîkayê hat kirin. Di nameyê de bal hat kişandin ser rola dîrokî û giring a Kurdan di têkbirina DAIŞ’ê de û hat hişyarkirin ku êrişên komên tundrew dibin sedema bêîstîkrariya li herêmê. 

Her wiha di nameyê de hat diyarkirin, ji ber van êrişan metirsiya revîna girtiyên DAIŞ’ê heye, ku ev yek ne tenê ji bo herêmê, ji bo tevahiya cîhanê gefeke mezin e.

Organîzatorên xwepêşandanê diyar kirin ku wan dengê xwe gihandiye medyayên Kanadayê jî. Wan daxwaz ji hikumeta Kanadayê kir ku cezayên giran li ser wan alî û hêzan ferz bike ku berpirsiyarên êrişên li ser kêmneteweyên olî û neteweyî ne.

Di dawiya çalakiyê de bang li Kanada û hevpeymanên wê hat kirin ku bi awayekî kiryarî li kêleka gelê Kurd bisekinin û ji bo parastina qanûnên navdewletî û ewlehiya herêmê erkê xwe bicih bînin.