Hunermendên kurd banga parastina Rojavayê Kurdistanê dikin

Stenbol (K24) – Hunermend û stranbêjên Kurd ên li Stenbolê banga parastina Rovajayê Kurdistanê kirin. Hunermend dibêjin, di dema ku hêviyên aştiyê tên gullebaran kirin, bêdengî, hevpişkiya tawanê ye û dixwazin ne tenê hunermendên Kurd, divê hunermendên Tirk jî, ku xwe wekî mirovperwer dizanin, ji bo Rojavayê Kurdistanê werin ser xet.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên li rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê hikûmeta Şamê ve berdewam in û vê carê hunermendên Kurd dengê xwe bilind kirin. Hejmarek hunermend û saziyên çandê di pêşengtiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de ragihandin ku, di dema ku hêviyên aşitiyê tên gullebarankirin, bêdengî, hevpişkiya tawanê ye.

Hunermend Baran Bozyel ji K24ê re got: "Em wek jin, wek hunermend û wek Kurd li ser piyan in. Rojava ji bo me hemûyan xeta sor e. Divê em hemû bibin yek deng da ku em bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin."

Hunermendên Kurd hêvî ji hunermendên li Tirkiyeyê ku xwe wekî mirovperwer dizanin dikin ku bila beramber êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê bêdeng nemîmin.

Her wiha hunermend Genim jî bang li hemû mirovên azadîxwaz û hunermendên ku xwe bi mirovperwer dizanin kir ku piştgirî bidin berxwedana Rojava. Wî got: "Dengê wan, dengê me ye. Heger em îro piştgiriyê nedin, dê dîrok me efû neke."

Ji bilî çalakiya li NÇMê, ji Ciwan Haco heta Şivan Perwer gelek hunermendên Kurd jî bi bang û peyaman piştevaniya xwe bo rojavayê Kurdistanê radigihînin.