Hewlêr, Dihok, Soran û Zaxoyê kampanyayeka berfireh a alîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê radigihînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgehên Hewlêrê û Dihokê ligel rêveberiyên serbixwe yên Soran û Zaxoyê, ji bo piştgiriya welatiyên Rojavayê Kurdistanê di vê rewşa nebaş de, kampanyayeka neteweyî ji bo komkirina alîkariyên mirovî da destpêkirin.
Ev pêngav wekî erkekê exlaqî ji bo alîkarîkirina xûşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê hatiye wesifandin, ku ji ber aloziyên vê dawiyê tûşî derbiderî û awarebûnê bûne.
Niha li seranserê wan parêzgeh û rêveberiyên serbixwe dest bi bicihanîna wê kampanyayê hatiye kirin û welatiyan bi germ û gurî dest bi pêşkêşkirina alîkariyên xwe kiriye.
Biryar e ku tevahiya pêvajoya rêxistin, komkirin û veguhestina kelûpel û pêdivîtiyan dê ji hêla Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ve bên birêvebirin, ku tîmên wê dezgehê dê erkê gihandina alîkariyan ji bo nav axa Rojavayê Kurdistanê werbigirin.
Herwesa biryar e ku li paşerojê hemî hûrgilî û amarên girêdayî van alîkariyan ji raya giştî re bên belavkirin.
Ev kampanyaya hevpar piştî çêbûna pêleka nû ya aloziyan û nemana tenahiyê li deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê tê, ku bûye sedema awarebûna hejmareka mezin a welatiyan û çêbûna pêdivîtiyeka mezin bi xwarin, derman û pêdivîtiyên navmalê.
Aliyên birêvebirinê tekezî li ser berdewamiya vê pêvajoyê dikin û bang li welatiyan dikin ku, ji bo biserxistina vî erkê neteweyî wekî her car li ser alîkariyên xwe berdewam bin.